Versiyona dawî OpenOffice.org 3.2.1 e.
OpenOffice.org
3.2.1 ji bo Windowsê niha daxe!
Lîsteya versiyonên derketî û versiyonên beta û test her dem di rûpela danezanan de tê dîtin. Hûn dikarin daxin û di komputera xwe de bi hesanî saz bikin. Daxuyaniyên çapêmeniyê yên mê jî di rûpela danezanan de amade ne.
Kontrola rastnivîsa kurdîTaybetmediyeke girîng a OpenOffice.org jî kontrola rastnivîsa kurdî ye. Kontrola rastnivîsa kurdî niha daxe an biçe malpera pêveka "Rastnivîs" |
Kîtandina kurdîKîtandin (hecekirin) jî tenê bi OpenOffice.org cêdibe. Ji bo kîtandina kurdî pêveka "Kîtandin" daxe" an biçe malpera pêveka "Kîtandin" |
OpenOffice.org pakêteke bernameyan ji bo ofîsê ye. Tê de bernameyên ji bo nivîsandin, hesab çêkirin, xêzkirin, danegeh (database) û çêkirina slaydan hene. OpenOffice.org reqîba girîngtirîn ya Microsoft Office e.
OpenOffice.org nivîsbariya azad û yek ji bernameyên herî serkeftî di cîhana nivîsbariya azad de ye. OpenOffice.org ji bo hemû pergalên xebitandinê wekî Microsoft Windows, Linux û MacOS X heye.
Bi xebata du salan piraniya bernameyan bo kurdî hat wergerandin. Bi vî rengî OpenOffice.org 2.2.1 yekemîn paketa ofîsê bi kurdî bû. Gelek şaştiyên versiyonên berê hatin sererastkirin. Her wiha, wergerandina beşên din hê didomîne.
Endamên Koma Pckurd OpenOffice.org'ê li kurdî werdigerînin. Heke bixwazî alîkariya me bikî, em li benda te ne. Pirsên xwe di malpera koma PCKurd de bipirsin.