Use OpenOffice.org

Writer - Bernameya nivîsînê

Calc - Bernameya hesab çêkirinê

Draw - Bernameya xêzkirinê

Impress - Bernameya çêkirina slaydan

Base - Danegeh (database)

Math - Bernameya çekirina formulan

OpenOffice.org a Kurdî

Bi xêr hatin rûpelên kurdî yên projeya OpenOffice.org'ê.

Daxistin

Versiyona dawî OpenOffice.org 3.2.1 e.


OpenOffice.org
OpenOffice.org 3.2.1 ji bo Windowsê niha daxe!

Lîsteya versiyonên derketî û versiyonên beta û test her dem di rûpela danezanan de tê dîtin. Hûn dikarin daxin û di komputera xwe de bi hesanî saz bikin. Daxuyaniyên çapêmeniyê yên mê jî di rûpela danezanan de amade ne.

Pêvekên OpenOffice.org'ê

Kontrola rastnivîsa kurdî


Taybetmediyeke girîng a OpenOffice.org jî kontrola rastnivîsa kurdî ye. Kontrola rastnivîsa kurdî niha daxe an biçe malpera pêveka "Rastnivîs"

Kîtandina kurdî


Kîtandin (hecekirin) jî tenê bi OpenOffice.org cêdibe. Ji bo kîtandina kurdî pêveka "Kîtandin" daxe" an biçe malpera pêveka "Kîtandin"

OpenOffice.org çi ye?

OpenOffice.org - nivîsbariya azad

OpenOffice.org pakêteke bernameyan ji bo ofîsê ye. Tê de bernameyên ji bo nivîsandin, hesab çêkirin, xêzkirin, danegeh (database) û çêkirina slaydan hene. OpenOffice.org reqîba girîngtirîn ya Microsoft Office e.

OpenOffice.org nivîsbariya azad û yek ji bernameyên herî serkeftî di cîhana nivîsbariya azad de ye. OpenOffice.org ji bo hemû pergalên xebitandinê wekî Microsoft Windows, Linux û MacOS X heye.

OpenOffice.org a kurdî

Bi xebata du salan piraniya bernameyan bo kurdî hat wergerandin. Bi vî rengî OpenOffice.org 2.2.1 yekemîn paketa ofîsê bi kurdî bû. Gelek şaştiyên versiyonên berê hatin sererastkirin. Her wiha, wergerandina beşên din hê didomîne.

Em kî ne û çi dikin?

Endamên Koma Pckurd OpenOffice.org'ê li kurdî werdigerînin. Heke bixwazî alîkariya me bikî, em li benda te ne. Pirsên xwe di malpera koma PCKurd de bipirsin.